Kurdistan: Polîsek di dema erk de hat kuştin

26-04-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Koye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li navçeya Koye ya Herêma Kurdistanê, polîsek di dema a erkê xwe û cîbicîkirina fermana desteserkirina tohmetbarekî de hat kuştin.

Li gor agahiyan, ew karmendê polîs li navçeya Koye hewl daye ku keskî tohmetbar desteser bike, lê belê kesê tohmetbar teqe li wî kiriye û di encamê de wî polîsî jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz piştrast kir, ku “ew polîs di dema erk de hatiye kuştin” û diyar kir, ku “navê wî Kamran Luqman e”.

Hogir Ezîz got: “Mixabin polîsekî me yê bi navê Kamran Luqman li Koyê di dema cîbicîkirina fermana desteserkirina tohmebarekê de, kesê tohmetbar teqe lê dike û di encamê de gulle li wî polîsî dikeve û jiyana xwe ji dest dide.”

Polîsê Hewlêrê ti zanyarî derbarê kesê tohmebar de belav nekiriye, herwiha amaje  bi ti hûrgiliyên din ên bûyerê nekiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst