Nêçîrvan Barzanî û Zekeriya Yapicioglu civiyan

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Zekeriya Yapicioglu Nêçîrvan Barzanî HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Hewlêrê civiyan.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) derbarê civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

HUDA PARê ragihand ku serokê partiya wan Zekeriya Yapicioglu bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyaye û wiha got:

"Di hevdîtina ku di atmosfereke dostane de derbas bû, li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û gavên ku ji bo çareseriyê bên avêtin, nêrîn hatin gotûbêjkirin."

"Çek û şer ti pirsgirêk çareser nakin"

Her wiha Serokatiya Herêma Kurdistanê jê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser giringiya pêvajoya aştiyê û hewlên ji bo serkeftina wê pîvajoyê kir û hev ra bûn ku çek û şer ti pirsgirêk çareser nakin.

Nêçîrvan Barzanî derbarê vê yekê bal kişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê û her alîkariyên pêwîst amade ye û rola Herêma Kurdistanê jî dê bibe alîkar.

Di civînê de xebatên HUDA PARê û parlamenterên wê yên li parlamento û rewşa siyasî ya Tirkiyeyê jî hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst