Çandar: Tirkiye nikare rê li ber Rojava bigire çimkî Amerîka li wir e

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn Cengîz Çandar Rojavayê Kurdistanê HSD Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got, “Tirkiye nikare bi rêya leşkerî rê li ber Rêveberiya Xweser bigire çimkî hêzên Amerîkayê li wir in”

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum dê bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar di çarçoweya Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn de beşdarî panelekê bû.

Cengîz Çandar di axaftina xwe de ragihand ku rûxîna rejîma Sûriyeyê bûye sedema rewşeke nû li herêmê.

Çandar rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn  nirxandin û got:

“Biryarderên Tirkiyeyê dibêjin ku teyrek jî nikare bêyî wan di ser Rojhilata Navîn re bifire lê rewşa heyî tiştin din dibêje.”

"HTŞ ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avakirin"

Parlamenterê DEM Partiyê anî ziman ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avakirin û destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze di hemû guherînên li herêmê de rola serkirdeyî bilîze.

"Li Sûriyeyê hemû tişt ne di bin kontrolê de ye"

Bi gotina Cengî Çandar li Sûriyeyê rewş tevlihev e.

Wî derbarê vê yekê jî got,"Li Sûriyeyê hemû tişt ne di bin kontrolê de ye.

Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne û Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşeke mezin a axa Sûriyeyê kontrol dike."

“HSD ji Ehmed Şer re nabêje kerem bikin werin

Çandar destnîşan kir ku HSD ne amade ye statûya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ji dest bide û got:

"HSD ji Ehmed Şer re nabêje 'Va ye em çekên xwe datînin û kerem bikin werin', ew doza mafên xwe dikin."

“HSD û Erdogan dikarin rêyekê bidin ber xwe”

Li gorî gotina Cengîz Çandar pêvajoya li Tirkiyeyê ya pêwendîdar bi çareseriya pirsgirêka Kurd dikare rêyekê li ber danûstandinên bi HSDyê re veke.

Çandar tekez kir ku eger pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve HSD û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dikarin rêyeke bidin ber xwe.

“Tirkiye rê nade hebûna Rêveberiya Xweser”

Herî dawî Parlamenterê DEM Partiyê bal kişand ser xalên sor ên Tirkiyeyê û got:

"Tirkiye rê nade hebûna Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê.

Lê divê em vê jî bibînin ku Tirkiye nikare bi rêya leşkerî rê li ber Rêveberiya Xweser bigire çimkî hêzên Amerîkayê li wir in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst