Li Stenbolê 19 kes hatin desteserkirin: Hince PKK ye

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Operasyon Stanbol PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 3 navçeyên parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê operasyon hatin kirin û bi hinceta ku “Di rêxistina ciwanan a PKKyê de kar dikin” 19 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta ku li navçeyên Beyoglu, Bahçelievler û Sultanbeyli di navbera 10 û 15ê Sibata îsal de pankart daliqandine û beşdarî xwenîşandanan bûne derbarê 19 kesan de biryara desteserkirinê da.

Li ser vê biryarê li 12 navçeyên Stenbolê, li Enqere, Kirklareli, Afyonkarahîsar û parêzgeha Qersê operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de 19 kes hatine desteserkirin.

Derbarê kesên hatine desteserkirin karûbarên yasayî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst