Serokwezîrê Îraqê ji Serok Barzanî re sersaxî xwest

26-02-2024
Nîşan Serok Barzanî Mihemed Şiya Sûdanî Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji ber wefata xwişka wî, ji Serok Barzanî re sersaxî xwest.

Di daxuyaniya Serokwezîriya Îraqê de hat gotin:

“Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji ber wefata Zekiya Mele Mistefa Barzaniyê, ji Serokê PDKyê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re sersaxî xwest.”

Zekiya Mela Mistefa Barzaniya ku ev demek e tedawî dibû, 23yê Sibatê li Nexweşxaneya Hewlêrê koça dawî kiribû.

Ofîsa Serok Barzanî ragihand ku dê şîna Zekiya Barzaniyê li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê 3 rojan di navbera 10:00-12:00 û 14:00-17:00 de were danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst