Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî qebûl kir.
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê, şandeyeke Hevpeymaniya Nîştimanî ya Îraqê ya bi pêşengiya Eyad Elawî qebûl kir.
Ofîsa Serok Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyek da û got:
“Di civîna li Pîrmamê pêk hat de rewşa dawî û geşedanên siyasî yên li Îraqê hatin gotûbêjkirin.”
Herwiha hat gotin ku pêvajoya siyasî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Hikûmeta Îraqê re hatin nirxandin.
Her du aliyan diyar kir ku beriya pirsgirêk kûr bibin divê bi rêya gotûbêjê werin çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse