Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, çend herêm wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatin raginandin û çûyîna xelkê ya wan herêman 15 rojan hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, hinek herêmên parêzgeha Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basan û Elkê ji sibe û pê ve 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin û ji çûnûhatina xelkê re qedexe ne.
Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku qedexe 27ê Kanûna Paşîn dest pê dike û heta 10 Sibata2025an berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku bi armanca “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” qedexe hatiye ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê cihên hatine qedexekirin ev in:
“Herêma Çiyayê Cûdî ya di navbera navenda Şirnex û Cizîr, Silopiya, Basê, Qilaban)û Elkê. Herêma Besta, Çiyayê Gabar, Çiyayê Gur, Kureşîn, Kela Memê, herêma gundê Pîran, Hoza Mêrî, herêma gundê Dol û Tenîn, Feraşîn, Tehta Reş û Çiyayê Zêrîn”
Parêzgariya Şirnexê hişyarî da xelkê ku ji bo silametiya xwe neçin herêmên qedexekirî.
Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta operasyonên leşkerî yên dijî gerîlayên PKKyê li Bakurê Kurdistanê berdewam qedexeya çûnûhatinê radigihîne û ev yek bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse