Li Reqayê operasyona HSDê ya li dijî şaneyên DAIŞê berdewam e

26-01-2023
RÛDAW
Li Reqayê operasyona HSDê ya li dijî şaneyên DAIŞê berdewam e
Li Reqayê operasyona HSDê ya li dijî şaneyên DAIŞê berdewam e
Nîşan HSD Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyona HSDê û hêzên Asayişa Reqayê bi piştevaniya Hevpeymanan li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li Reqayê berdewam e. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro waliyê Reqa yê DAIŞê Etela Mîsan û 67 endamên wê rêxistinê girtin.

Di operasyona îro de 68 endamên DAIŞê hatine girtin, berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibêje, wan di demijmêrên serê sibehê tenê 60 terorîst girtine ku emîrê DAIŞê jî di nav de bû.

Ferhad Şamî got, DAIŞ hewl dide sûdê ji rewşa ewlekarî werbigire ku navçe tê re derbas dibe, bi taybetî êrîşên Tirkiyê.

Şervan di tarîka şevê de li derdora Reqayê ya li bakurê rojhilatê Sûriyê, bi ser wan malan de digirin ku guman dikin şaneyên nivistî yên DAIŞê xwe di wan de veşartibin.

Şervan dibêjin wan `Etela Mîsan` desteser kirine ku destê wî di plan û kiryarên terorîstî û her wiha komkirina dahatê bo DAIŞê û asankariyên di navbera şaneyên nivîstî de hebû.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî got, “Me di demjimêrên destpêkê de 60 terorîst girtin, di nav wan de emîr hebûn, me emîrek girtî ye ku emîrê nû yê rêxistina DAIŞê bûye bo herêma Reqayê ligel şaneyekê ku bi wî ve girêdayî bûye.”

Şervanan ragihandine ku odeyeke operasyonên hevbeş bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî pêk anîne.

Armanca wê odeya hevbeş girtina şaneyên nivistî yên DAIŞê û xweorganîzekirina rêzên wê ye.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî anî ziman, “Hemû amaje tekez dikin ku DAIŞ hewl dide sûdê ji wê rewşa emnî werbigre ku navçe têre derbas dibe, di nav de êrîşên Tirkiyê bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê, bêguman DAIŞ hewl dide sûdê ji rewşê werbigre daku şaneyên xwe organîze bike û herwiha rihê hêviyê di nav çekdarên xwe de bihêle. Ligel zêdekirina tevgera xwe li derdora Reqayê.”

Şervan dibêjin, girtina bi ser malan de û desteserkirina kesên biguman, standina tola wê êrîşa dawiya meha Kanûna 2022an a li Reqayê ye ku herî kêm şeş şervanan canê xwe ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst