Li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê beşa girêkên penceşêrê hat vekirin

14-07-2023
Nebîl Omer Yûsif
Li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê beşa girêkên penceşêrê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê beşa girêkên penceşêrê hat vekirin
Nîşan Reqa Penceşêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqayê yekemîn beşa Girêkan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye vekirin ji bo çareserkirina nexweşên penceşêrê û sivikkirina barê li ser mile wan ku berê neçar bûn biçin Şamê ya jî bêne Herêma Kurdistanê.

Rêveber û berpirsên wî beşî diyar kirin ku piştî karê 10 salan, wan kariye dosa yekemîn ji nexweşan re peyda kir û ewê pêşwaziya nexweşan bikin û bê beramber wan derman û çareser bikin.

Pizîşkekî got, “Piştî kar û westiyabûna zêdetir ji 10 salan, me yekem dosa kîmyawî da. Îro dosên kîmyawî beramber 100% li beşa girêkan li nexweşxaneya Niştîmanî têne pêşkêşkirin.”

Di beşa girêkan de 24 kesên pispor weke pizîşk, perestar û dermansaz, pizîşkê beckirinê, karmendê lanoratorê û amûra tîşkê pêk tê û rojê 24 demjimêran kar dike.  Niha nêzkî 10 hezar dosên kîmyawî hene. Di roja yekem de 7 dosên kîmyawî hatin dayîn û Rojane dikare pêşwaziya 20 nexweşan bike.

Rêvebera Beşa Girêkan li Komela Sûrî ya Penceşêrê Dr. Ahîn Mihemed got, “Me dest bi dana dosên kîmyawî ji bo hemû nexweşan kir. Niha navend dikare rojane pêşwaziya 20 nexweşan bike û 7 dosên kîmyawî bidin. Em tenê pişkinîn dikin û dosan didin û em hewl didin xizmeta hemû xelkê bidin ji hemû navçeyan ji aliyê madî, manewî û abûrî ve.”

Di wî beşî de, her wiha ofîsên piştevaniya derûnî û hişyarkirina tendirustî heye. Bi vekirina vî beşî wê nexweşên penceşêrê ji gelek zehmetî û astengiyên çûyîna Şamê weke xerciyên zêde yên çûnûhatine û astengiyên ewlekarî û dûriya rê rizgar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst