MÊRDÎN - Xiristiyan û Misilmanan bi hev re Christmas pîroz kir: ‘Di nav aştiyê de dijîn’

25-12-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Mêrdîn Christmas
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Li Dêra Protestanan a Mêrdînê pîrozbahîya Cejna Christmasê ango rojbûna Hz. Îsa hat pîrozkirin.

Cejna Christmasê her sal 25ê Kanûna Pêşînê tê pîrozkirin lê Xiristiyanên Protestan li tevahiya cîhanê giştî bi awayekî hevdem îsal 24ê mehê ev cejn pîroz kir.

Keşeyê Dêra Protestanan a Mêrdînê Ender Peker got:

“Ji ber ku Îsa Mesîh bi şev hatiye dinyayê yanî şeva ku 24ê mehê bi 25ê mehê ve girê dide gelek Xiristiyan êvarî cejnê dikin.

Sedema duyemîn jî ji xwe her şeva yekşemê em ji bo îbadetê tên ba hev, cejn jî îsal ket duşemê ji ber ku wisa bû, me jî got ha yekşem ha duşem ferq nake em dê rojek berê çêkin.”

Mêrdîna ku bi hezaran sal in wekî remzeke bihevrejiyanê navê xwe li dinyayê belav kiriye di Christmasê de jî rengê xwe yê taybet nîşan da.

Li Dêra Protestanan a Mêrdînê tevî welatiyên Xiristiyan hejmareke zêde ya welatiyên Misilman jî beşdarî rêûresma olî bûn.

Misilmanan bi Xiristiyanan re stran gotin, dua kirin hêviyên xweş ji bo cîranên xwe yên Xiristiyan anîn ziman û wan 2023yemîn rojbûna Hz. îsa bi hev re pîroz kir.

Şênîyê Misilman Mamoste Omer anî ziman:

“Îro Mêrdîn bi nasnameya xwe ya rengîn tê naskirin. Çi Misilman, çi Xiristiyan hemû bi hev re di nav aştiyê de dijîn. Ji ber vê yekê ev gelekî girîng bû. Em jî hatin me ew pîroz kirin.”

Xiristiyanekî ji Heseka Rojavayê Kurdistanê Mezlûm Qenco jî got:

“Em cejna xwe her sal pîroz dikin bi navê Mesîh. Ew xilaskarê me ye. Rojbûna wî ye. Rojbûn û nûra vê dinyayê Mesîh e.”

"Kêfxweşiyeke mezin dide min"

Rênas Abûrşûya ku Misilman e jî li dêrê amade bû û got:

“Yanî ez vê bêjim, ji me re dibêjin bavfile. Bavê bavê me Xiristiyan bûne, piştre bûne Misilman.

Ji xwe ez li Mêrdînê dijîm, ne hewce ye ez bêjim ez Xiristiyan an jî Misilman im. Carinan ez her hefte jî têm vir. Kêfxweşiyeke mezin dide min. Di hundirê min de aramiyek çêdibe.”

Li gorî lêkolînan Xiristiyanên Protestan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 40 hezar kesî ne û nêzîkî 5 hezarê wan jî Kurd in.

Herwiha li bajarên cuda cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 150 dêrên Protestanan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst