Îsmaîl Beşîkcî: Dewlet dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan aştiyê bike

25-10-2024
Omer Sonmez
Îsmaîl Beşîkcî\ Wêne: Omer Sonmez\ Rûdaw
Îsmaîl Beşîkcî\ Wêne: Omer Sonmez\ Rûdaw
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Pêvajoya Çareseriyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Dewleta Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civaknas û nivîskarê Tirk Îsmaîl Beşîkcî, li ser ‘pêvajoya nû ya çareseriyê’ ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku dewlet dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan aştiyê bike.

Li gorî gotina Îsmaîl Beşîkcî niyeta dewletê ew e ku bêyî daxwazên Kurdan bi cih bîne aştiyê bike.

Beşîkciyê ku wekî dostê gelê Kurd tê zanîn, ‘pêvajoya nû’ wekî xapandina dewletê bi nav kir û wiha got:

“Dewlet dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan, yanî bêyî ku daxwazên wan ên wekî perwerdeya bi zimanê zikmakî qebûl bike, aştiyê bike.

Di vê pêvajoyê de navê Ocalan bi kar tîne û qala mijarên wekî rakirina tecrîda li ser wî dike.

Armanceke wiha ya dewletê heye; dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan aştiyê bike.

Bêguman PKK jî ji mixatabgirtina Ocalan kêfxweş e.

Kurd jî divê zimanê xwe biparêzin, li her derê û her demê biaxivin.

Divê girîngiyê bidin ku zarokên xwe bi zimanê Kurdî mezin bikin û di her fersendê de behsa Kurd û Kurdistanê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst