Kamîran Haco: Rûsya li Sûriyê piştgiriya sîstema federal nake

25-09-2020
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Kamîran Haco
Kamîran Haco
Nîşan Kamîran Haco ENKS Sûriye Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kamîran Haco ku wek nûnerê ENKSê di Şanda Bereya Aştî û Azadiyê de cih girt di serdana bo Moskowê de, behsa helwesta Rûsyayê kir û got, “Rûsyayê destpêkê piştgiriya federalîzmê dikir lê niha ne di wê rewşê de ye, em nabînin ku piştgiriya federalîzmekê bike.”

Şanda Bereya Aştî û Azadiyê ku ENKS di nav de cih digire îro li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Mikhail Bogdanov, Nûnerê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bo karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê, civiya.

Di civîna li gel Bereya Aştî û Azadiyê de Sergey Lavrov dilgiraniya xwe derbirî û ji wê şandê re ragihand, ku Amerîka hewla cudakirina rojhilatê Firatê ji Sûriyê dide.

Kamîran Haco ku yek ji endamên şanda Bereya Aştî û Azadiyê ye, ji Rûdawê re ragihand, wan ji Lavrov re tekez kirine, ku Kurd bi cudakirina ji Sûriyê hizir nakin û dixwazin mafên xwe di çarçoveya Sûriyê de bidest bixin.

Kamîran Haco amaje bi wê kir ku ev yekem civîna Bereya wan ku li derve pêk tîne û got, “Pirsên sereke di bingehê de ew bûn ka bereya wan dikare çi bike û dikare çi role bigire.”

Di dewama gotinên xwe de Kamîran Haco dibêje, “Lavrov dilgiraniya xwe li ser pirsa rojhilatê Firatê û hebûna Ameîrkayê anî ziman ku piştevaniya cûdaxwaziyê dike” û diyar dike ku wan jî ji Lavrov re tekezkirin, “ne di bernamaya Kurdan de tiştek wiha (cudxwazî) heye û ne me ji Amerîkiyan bihîstiye. Berevajî wê her me gotiye em beşek ji Sûriyê ne. Lê bêguman em wek ENKS em behsa federaliyê dikin û me veneşartiye lê cudabûn di bernama me de nîne. Bereya me jî tekeziyê li ser yekperçeyiya Sûriyê dike.”

Li ser helwesta Rûsyayê li hember daxwaza federaliyê jî Haco got, “Em Sûriyeke nenavendî dixwazin. Lê Rûsyayê destpêkê piştgiriya federalîzmê dikir lê niha ne di wê rewşê de ye, em nabînin ku piştgiriya federalîzmekê bike. Lê her tim tekez dikin ku divê bêguman mafên Kurdan di destûra Sûriyê de bên çespandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst