Kurdistan
Pêşangeha Rojhilata Navîn Bo perwerde û Fêrkirinê bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêve diçe
Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê (MEETS) hat vekirin.
Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat vekirin û 112 zanîngeh, dibistan, kompanya û saziyên perwerdeyî beşdarî pêşangehê dibin.
Pêşangeh, bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê bi rê ve diçe.
Li pêşangehê derfetên xwendinê û dirêjedana bi xwendinê bo xwendekarên Herêma Kurdistanê tên pêşkêşkirin.
Dê Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê ji îro heta 27ê Tîrmehê berdewam be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse