Serok Barzanî û Fayiq Zêdan çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kir

03-07-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Fayiq Zêdan Bexda Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan re hevdîtinek pêk anî.

Baregeha Barzanî li ser civîna Mesûd Barzanî û Fayeq Zêdan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de, behsa pirsên navxweyî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê her du aliyan tekezî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûr û yasayê kir.

Herwiha gotûbêjkirina hemû pirsgirêkên siyasî, aborî, yasayî û rewşa niha ya herêmê bi giştî, beşeke din a civîna Serok Barzanî û Fayeq Zêdan bû.

Serok Barzanî îro bi çû Bexdayê û bi serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re civiya.

Hevdîtinên Serok Barzanî yên li Bexdayê dê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst