Tirkmen hişyariyê didin: Dibe ku li Kerkûkê şerekî navxweyî derkeve

25-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kerkûk Tirkmen Hişyarî Şerê navxweyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Tirkmen Îlî , Riyaz Sarî Kehiye dibêje, ji bo civîna li gel aliyên Kurd “ti merceke wan a pêşwext nîne” û ew ji bo gotibêjê amade ne. Serokê Bereya Tirkmenî, Erşed Salihî jî dibêje, eger guhertin di lîsteya hilbijartinan de neyê kirin û hilbijartina encûmena parêzgehê bihê kirin, “egera derketina şerê navxweyî heye.”

 

Serokê Partiya Tirkmen Ilî , Riyaz Sarî Kehiye ji Rûdawê re ragihand, li Kerkûkê “ti mercên pêşwext ên netewa Tirkmen ji bo civîna li gel aliyên Kurd tune ne.”

 

Riyaz Sarî Kehiye da xuyakirin, heta niha daxwaza civînê ji aliyên Tirkmen nehatiye kirin û tekez kir, “eger daxwazek wisa bihê kirin, Tirkmen ji bo gotûbêj û danûstandinê amade ne.”

 

Kehiye herwiha amaje bi daxwazên aliyên Tirkmen li Kerkûkê kir û got: “Netewa Tirkmen daxwaza posta Parêzgarê Kerkûkê dike, lê belê di heman demê de rêz li encamên hilbijartinê digre û divê parêzgar li nav Encûmena Parêzgehê were diyarkirin.”

 

Li aliyekê din, Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê, Erşed Salihî derbarê egera rûdana şerekî navxweyî li Kerkûkê, hişyariyê dide.

 

Erşed Salihî dibêje: “Eger heye encamdana hilbijartinên encûmenên parêzgehan li Kerkûkê ku biryar e di Nîsana 2020an de birêve biçe, bibe sedema derketina şerê navxweyî û nexşeya Iraqê ji aliyê demografî û siyasî ve guhertin bi ser de bê.”

 

Salihî amaje bi lîsteya dengderan dike û dibêje, “beriya ku hilbijartina encûmenên parêzgehan bê lidarxistin, divê hûrbînî ji bo tomara dengderan were kirin û ew tomar bê nûkirin, wê demê hilbijartin dê bibe sedema seqamgîriyê, berovajiyê vê yekê eger beriya encamdana hilbijartinê hûrbînî di tomara dengderan de neyê kirin û neyê nûkirin, dê ew hilbijartin bibe sedema derketina şerekî navxweyî.”

 

Roja duşemiya bihorî, di civîna parlamentoya Iraqê de, pêdeçûn bi yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehan hate kirin û biryar het dan ku di 1ê Nîsana 2020an de, parêzgeha Kerkûkê jî di nav de, hilbijartina encûmenên parêzgehan li seranserê Iraqê bê encamdan.

 

Di benda taybet bi Kerkûkê ya yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehan de, hatiye gotin: “Komîsyon hatiye pabendkirin ku heta 31ê Kanûna Duyem a 2020an hûrbîniyê di tomara dengderan a Kerkûkê de bike, ew yek jî bi berawirdkirina pisûleya xurakê û nasnameyê, herwiha ew kesên ku navên wan di herdu tomaran de weke hev nîne, dê navê wan ji tomara dengderên Kerkûkê were derxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst