9 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn

25-06-2024
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Kobaniyê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 9êmîn salvegera Komkujiya Kobanî ye.

Berî 9 salan, di rojên dawî yên meha Hezîranê de, xelkê Kobaniyê û Kurdên hemû aliyên cîhanê, bi bihîstina nûçeya komkujiyeke mezin şiyar bûn.

Di berbanga roja 25ê Hizêrana 2015an de, bi dehan çekdarên DAIŞê bi awayekî nehênî, xwe gihandibûn gundê Berxbatanê yê li Başûrê Kobaniyê.

Çekdarên DAIŞê destpêkê li wî gundî komkujiyek pêk anî û di pişt re di ser rêya Helebê re, ji aliyê başûr ve derbasî nav bajarê Kobaniyê bûbûn û bi awayekî hovane dest bi komkujiya Kurdan kir.

Di vê komkujiyê de, gelek welatiyên sivîl ên bê sûc û guneh, li Kobanî û gundewarên wê bûne qurbanî, ku bi sedan jin, mêr, zarok û pîr û kal, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin şehîdkirin û birîndarkirin.

258 şehîd

Di komkujiyê de 258 Kurdên sivîl şehîd ketin ku di nav wan de, 37 zarok (28 kur û 9 keç), 77 jin ku di nav wan de jî 3 jinên ducanî hebûn.

Tevaya qurbaniyên wê komkujiyê ji 37 malbatan bûn.

Malbatên ku dayik û bavên wan di komkujiyê de şehîd ketin 18 malbat bûn.

Herwiha 93 zarok di komkujiya Kobaniyê de sêwî man.

276 birîndar

Di encama wê komkujiyê de 276 kes jî birîndar bûn.

Di wê bûyerê, nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hinek jî dîl hatin girtin.

Roja 27ê Hezîranê, ajansa fermî ya DAIŞê ragihand ku wan komkujiya Kurdan a Kobaniyê pêk aniyê.

Piştî wê bi 48 demjimêran, tevaya taxên Kobaniyê ji aliyê YPG û YPJyê ji çekdarên DAIŞê hatin paqijkirin û hatin kontrolkirin.

Di wî şerî de 35 şervanên YPGê û YPJyê şehîd ketin.

Kurdên hemû cîhanê û bi taybetî xelkên Kobaniyê her sal wê komkujiya mezin bi xemgînî ve bi bîr tînin.

Rizgarkirina Kobaniyê

15ê Îlona 2014an, çekdarên DAIŞê ji aliyên rojava, başûr û rojhilat ve êrîşî ser Kobaniyê kir û 350 gundên wê dagir kirin û piştre ketin navenda bajarê Kobanê.

Piştî 134 rojan ji şer û pevçûnên giran, 26ê Kanûna Pêşîna 2015an jî, bi berxwedan YPG, YPJ û Pêşmergeyên ku çûbûne alîkariya wan, her wiha alîkariya esmanî ya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî Kobanî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst