Li Amedê 7 xwendekar li ser asta Tirkiyê bûn yekem

25-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Ezmûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 7 xwendekar di çarçoveya ezmûna navendî ya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) de 500 pûanên tam bi dest xistin û li ser asta Tirkiyê bûn yekem.

Birêveberiya Perwerdehiyê ya Parêzgeha Amedê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuniyek belav kir û tê de ragihand ku li Amedê 7 xwendekaran di çarçoveya ezmûna navendî ya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) hemû pirs rast bersivandine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 7 xwendekaran 3 ji wan li dibistanên dewletê xwendine û pîrozbahî li xwendekar, dêûbav û mamosteyan kir.

Li seranserê Tirkiyê milyon û 236 hezar xwendekarên pola 8emîn beşdarî ezmûna Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) bûne û li Amedê jî 34 hezar û 523 xwendekarên ku li 429 dibistanên amadeyî dixwînin, beşdarî wê ezmûnê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst