Îro tozbarîn 14 bajarên Bakurê Kurdistanê dide ber xwe

25-06-2022
RÛDAW
Nîşan Tozbarîn Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê pêşbînî dike ku îro li 14 bajarên Bakurê Kurdistanê pêleke tozbarînê dest pê bike.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, li Amed, Semsûr, Merdîn, Sert, Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Wan, Mûş, Agirî, Îdir, Erzerom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê pêleke tozbarînê dest pê bike, her wiha parêzgehên Bartin, Sînop û Hatayê yên Tirkiyê jî dide ber xwe.

Li gorî pêşbîniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, sibe dê bandora tozê zêde bibe û li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê dê toz bibare û mesafeya dîtinê dakeve 10 metreyan û hişyarî da ku dê bandoreke neyînî li ser tenduristiya xelkê bike.

Berpirsên Keşnasiyê diyar kirin ku tê payîn ev pêl sê rojan bidome.

Roja 2ê Hezîranê jî pêleke tozê bi dirêjiya çar rojan ji Sûriyê berê xwe dabû bajarên Dîlok, Riha, Semsûr, Amed, Mêrdîn û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst