Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên DAIŞê radestî Brîtanyayê kirin

25-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê DAIŞ Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jinek û 3 zarokên DAIŞê radestî Brîtanyayê kirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser, şandeyeke ji Brîtanyayê bi serokatiya Nûnera Brîtanyayê ya Taybet ji bo Sûriyeyê Anne Snow û Sekreterê Siyasî yê Duyemîn ê Ofîsa Brîtanyayê ya Karûbarên Sûriyeyê Ed Wilkes çûn Rojavayê Kurdistanê.

Endamên şandeya Brîtanyayê ji aliyê hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fener El Giêt, Endamê Desteya Rêveber ê Daîreyê Xalid Îbrahîm û Nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lana Hisên ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî, ewlehî û mirovî ya li Rêveberiya Xweser û li Sûriyeyê hat behskirin.

Piştî hevdîtinê nûnerên Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên ji Brîtanyayê yên malbatên DAIŞê ne radestî şandeyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst