Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî ragihand ku kontrola Bendava Tişrînê bi temamî di destê HSDyê de ye.
Bendava Tişrînê li ser Çemê Feratê ye û dikeve başûrrojhilatê Minbicê.
Çend caran şerê kontrolkirina bendavê di navbera HSDyê û çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de derketibû.
Wezareta Parastinê ya Tiriyeyê ragihand ku kontrola Minbic û Bendava Tişrînê bi temamî di destê çekdarên piştgiriya wan dike de ye.
Wezareta Parastinê ya Tiriyeyê her wiha îdia kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zanyariyan şaş belav dike ku li herêma Minbic û Bendava Tişrînê bi pêş dikeve.
Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî çû Bendava Tişrînê û ji wê derê bersiva îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da.
“Bendav bi temamî di bin kontrola HSDyê de ye”
Ferhad Şamî amaje bi wê yekê kir ku hebûna şervanên HSD, YPG û YPJyê li Bendava Tişrînê wan îdiayan vala derdixe û got:
“Dewleta Tirk a dagirker ku ev demeke dirêj e li dijî gelê herêmê hewl dide qirkirinê bike, bi êrîşên li ser bendavê û gundên derdorê, komkujiyên xwe didomîne.
Şervanên HSDyê 20 roj in berxwedaneke mezin didin.
Şervanên HSD-YPG-YPJyê bûne bingeha serketinên gelê me yên li dijî dagirkeriyê.
Wekî tê dîtin ev bendav niha bi temamî di bin kontrola HSDyê de ye
Şer li derdora gundê Ebû Qelqelê yê 10 kîlometreyan dûrî bakurê bendavê ye.”
Ferhad Şamî her wiha da zanîn ku li herêmê ev 20 roj in şer û pevçûnê û got ku heta niha 450 çekdar hatine kuştin û gelek tank jî hatin îmhakirin.
“Em li vir in û em dê li vir bimînin”
Şamî banga piştevaniyê kir û got:
“Em li vir in û em dê li vir bimînin. Çawa ku hevalên me li vir li ber xwe didin, derbeyan li dagirkeran dixin û ji bo parastina gelê xwe û herêma xwe canê xwe feda dikin, em bangî hemû ciwanên herêmê dikin ku tevlî van refan bibin.
Îro roja rûmetê ye, ev şer ne tenê şerê bendav û gundan e, şerê hebûnê ye. An em dê hebin, an em dê hebin, an em dê hebin!
Ji ber vê yekê pêwîst e her kes bi moral û manewîyeke mezin were vir û tevlî berxwedanê bibe.
Ev berxwedan dê bibe alîkar ku paşeroja me ronî bike û destê me li her qadê xurt bike.
Eger ev berxwedan pêk neyê, em dê li Sûriyeyê ji tiştekî bi dest nexin.
Lê belê ev berxwedan dê hebûna me îspat bike û rewşa me ya paşeroja Sûriyeyê diyar bike.”
🔴Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDyê Ferhad ji Bendava Tişrînê daxuyanî da
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 26, 2024
🎙️ "Bendav bi temamî di bin kontrola HSDyê de ye"
🎙️"Şervanên me 20 roj in li vê derê li ber xwe didin" pic.twitter.com/BjbFpP05jC
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse