Li Rihayê cerdevanek hat kuştin

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Wêranşar Cerdevan Raşit Kaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, roja 24ê Gulanê cerdevanek di êrîşa çekdarî de hat kuştin.

Li Kolana Mîmar Sînan a Wêranşarê, 24ê Gulana 2023ê cerdevan Raşit Kaya yê 40 salî dema bi otomobîla xwe diçû ji aliyê hinek kesên nenas ve ji çend aliyan rûbirûyê êrîşeke çekdarî hat. Kaya li cihê bûyerê canê xwe jidest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Termê Kaya bo otopsiyê veguhestin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Hat zanîn Kaya pêştir jî rûbirûyê êrîşeke çekdarî bûye, lê birîndar nebûye.

Parêzgariya Rihayê jî derbarê bûyerê de ragihand, cerdevan Raşit Kaya dema hatiye kuştin ne li ser erka fermî bûye.

Parêzgariya Rihayê dibêje: “Di encama lêpirsînê de wiha tê nirxandin ku bûyer ne êrîşeke terorî ye û ji ber dijmintiya kesayetî hatiye kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîna dadî hatiye destpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst