Li Erzinganê kesek bi kêrê hat kuştin

4 demjimêr berê
Nîşan Erzingan Sêwaz Kuştin Şer Kêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi kêran de kesek hat kuştin.

Bûyerê li ser rêya Erzingan û Sêwazê rû da.

Di otomobîla bi plakaya 24 ABG 573 de ku R.K. diajot nîqaş di navbera siwarên otomobîlê de derket.

Nîqaş gur bû û veguherî şerê bi kêran.

R.K. bi giranî birîndar bû sewqî nexweşxaneyekê hat kirin.

Bijîşkan hewl da R.K. rizgar bikin lê ew ji mirinê nefilitî.

Tîmên Buroya Cinayetan a Midûriyeta Asayîşê 2 gumanbarên bûyerê desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst