Pismam û dotmamek mirî hatin dîtin: Malbatên wan nedixwest ew bizewicin

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Wêranşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê welatiya bi navê Hêlîn Altundagê ya 21 salî û pismamê wê Emîr Altundag ê 22 salî li malê mirî hatin dîtin.

Tê gotin ku malbatên wan destûr nedaye wan ew bizewicin.

Li gorî zanyariyan, bûyer duh êvarê li gundê Dilimliyê yê Wêranşarê qewimî.

Kesên ku dengê çekê bihîst ketin ketin hundirê malê û wan dîti ku pismam û dotmanên bi navên Hêlîn Altundag û Emîr Altundag di nava xwînê de ne.

Li ser gahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Helîn û Emîr veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Tevî hemû midaxeleya bijîşkan ji ber birînên wan ê giran li nexweşaxaneyê canê xwe ji dast da.

Hat gotin ku Helîn û Emîr Altundag "xwestiye bizewicin lê malbatên wan destûr nedaye, ji ber wê jî wan biryara xwekuştinê daye."

Cenazeyên wan piştî otopsiyê radestî malbatên wan hat kirin lê belê lêkolîna hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst