Şêwirmendê Sûdanî ji Elon Musk xwest ku here Şingalê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şingal Elon Musk Xelef Şingalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê ji bo karûbarên Kurdên Êzidî, ji Elon Musk xwest ku biçe serdana Şingalê û got, “Em dê ji bo vê yekê hemû hêsankariyan bikin.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo Karûbarên Kurdên Êzidî Dr. Xelef Şingalî îro ji Rûdawê re ragihand ku ew hêvî dikin karsazê Amerîkayî û xwediyê platfoma Xê Elon Musk Şingalê ziyaret bike.

Elon Musk roja 7ê Kanûna Paşîn a 2025an li ser hesabê xwe yê Xê nivîsîbû:

"Gelo tiştên ku hatin serê Êzidiyan, dê rojekê werin serê Ewropayê jî?"

Dr. Xelef Şingalî got, "Eger Elon Musk bixwaze Şingal û gundê Koçoyê ziyaret bike, em dê hemû hêsankariyê jê re bikin da ku bi çavên xwe mezinbûna wê trajedî, komkujî û wêraniya DAIŞê anî serê Kurdên Êzidî bibîne."

Dr. Xelef Şingalî di wê baweriyê de ye ku hatina Elon Musk a Şingalê dê li asta navneteweyî bandorê li ser vê dosyeyê bike û dê bibe derfete ku girîngiyeke zêdetir pê bê dayîn.

Komkujiya Şingalê 

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û bi hezaran kes jî koçber bûn.

Her wiha ji ber şer, ji sedê 80yê bajar û gûndên Şingalê wêran bûn.

Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl dida cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî li kampan dijîn.

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî qir kirin.

Kesên ku hatin revandin rastî miameleya “xenîmetên şer”, şkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî hatin.

Ev kirinê DAIŞê wekî tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin.

Piştî êrişa DAIŞê, heta niha li Şingalê û derdora wê bi dehan gorên bikom û çend gorên takekesî yên Kurdên Êzidî hatine dîtin.

Heta niha 13 welatan û çend rêxistinên navneteweyî Komkujiya DAIŞê bi awayê fermî qebûl kiriye.

Amarên herî nû yên wê komkujiya giran bi vî rengî ne:

- 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin

- Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin

- 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin

- Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin

- Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst