Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê ragihand ku civîna Nûnerên Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ji bo yekîtiya Kurdan gaveke girîng e.
Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî çû Rojavayê Kurdistanê û bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Amerîkayê Sînem Mihemedê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina Ebdulhemîd Derbendî û Mezlûm Ebdî daxuyanî da.
Sînem Mihemedê diyar kir ku hevdîtina Mezlûm Ebdî ya bi Dr. Ebdulhemîd Derbendî re ji bo bihêzkirina yekîtiya Kurd û pêwendiyên dualî gaveke girîng e.
Sînem Mihemedê her wiha tekez kir ku ew hevdîtin ji bo piştevaniya diyalogê li gel Şamê û pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyeyê jî girîng e.
“Ev hevdîtin rijdbûna Serok Barzanî nîşan dide”
Nûnera MSDyê ya Amerîkayê wiha got:
"Ev hevdîtin rijdbûna Serok Barzanî ya li ser bihêzkirina aramî û hevkariya li herêmê û bicihkirina mafên gelê me nîşan dide."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse