Leyla Zana: Kobaniyê bi berxwedana xwe rûmeta cîhanê rizgar kir

25-03-2024
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana Sirûc DEM Partî Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê li Sirûcê got, “Kobaniyê bi berxwedana xwe rûmeta cîhanê rizgar kir.”

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana li navçeya Sirûcê ya Rihayê beşdarî civîna gel a DEM Partiyê bû.

Leyla Zanayê di civîna DEM Partiya ya bi gel re de axivî.

Li gorî nûçeya MAyê Leyla Zanayê bi bîr xist ku navçeya Sirûcê û bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê cîranên hev in û got:

“Wekî hûn jî dizanin li çepê me Rojava heye. Em jî Newroza wan pîroz bikin. Rojava, ev coş coşa huner û têkoşîna we ye.

Kobanî ne tenê bajarekî Kurdan e. Bajarê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê ye. Kobaniyê bi berxwedana xwe rûmeta cîhanê rizgar kir.

Li gel hemû hovîtî û êrişan Kobaniyê bi berxwedaneke xurt ji cîhanê re got, 'Bi vî rengî rûmeta mirovahiyê tê parastin'.”

“Bîranîna xwişk û birayên me yên sosyalîst wê di têkoşîna me de bijî”  

Leyla Zanayê 33 kesên ku li Sirûcê di teqînekê de hatibûn kuştin jî bi bîr anîn û got:

“33 xwişk û birayên me yên ji Tirkiyeyê xwest pêlîstokan ji zarokên Kobaniyê re bibin. Ma ji vê mirovtir çi heye?

Bi ruhê xwişk û biratiyê hatin vir. Li vê xakê jiyana xwe ji dest dan.

Ez her yek ji wan bi rêzdarî silav dikim. Bîranîna xwişk û birayên me yên sosyalîst wê di têkoşîna me de bijî.  

Ez bang li hemû xwişk û birayên xwe yên sosyalîst dikim, sosyalîzma reel rêbaza herî baş a desthilatê ye.

Heta ku ev komkujî neyê ronîkirin hikûmeta AKPyê di bin gumanan de ye. Em dê hesaba vê bipirsin.”

“Divê Doza Kobaniyê bi dawî bibe”

Leyla Zanayê di beşeke din axaftina xwe de behsa Doza Kobaniyê kir ku hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin.

Derbarê wê dozê de Zanayê got:

 “Ez ji vir jî dixwazim behsa doza Kobaniyê bikim.

Bi dehan kes ji ber parastina Kobaniyê di girtîgehê de ne. Hûn dê çi bikin?

Derfeta we nîne ku hûn bi milyonan kesan bixin zindanan. Wê demê divê hûn çi bikin?

Divê hûn van dozan bi awayekî adil biqedînin û van hevalan di demeke herî kurt de bişînin cihê wan ê rast.

Dilê gelê min vê dixwaze.”

“Em dê têkoşîna malbata Şenyaşarê li her qadê bidomînin”

Zanayê herwiha malbata Şenyaşarê jî bi bîr anî.

Li navçeya Sirûcê 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de mirov û pasevanên parlamenterê berê yê AKPyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn.

Siyasetmedara Kurd got, “Ez dê Emîne Şenyaşarê qet ji bîr bikim gelo?

Sê zarokên wê hatin qetilkirin û hîn jî dibêje 'edalet'. Ev dayik bi salan e bi tena serê xwe li cihên ku dibêjin ‘Qesra Edaletê’ lê di eslê xwe de qesrên zilmê ne, nobet girt.

Dayika min a hêja ya ku li pey edaletê ye, we ev çalakî da destpêkirin lê em dê vê têkoşînê li her qadê bidomînin.

Tenê daxwaza we edalet bû. Ev kes tenê edaletê dixwazin. Em dixwazin bi hemû gelan re jiyaneke wekhev bijîn.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst