Yekîtiya Ewropayê: Hingivê ji Tirkiyê tê hinardekirin ne xwezayî ye

25-03-2023
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Hingiv Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîneke fermî ya Yekîtiya Ewropayê ji her 15 nimûneyên hingivê ji Tirkiyê tê hinardekirin 14 ji wan ne xwezayî ne.

Saziyên Zanist û Tendirûstî yên girêdayî Komîsyona Yekîtiya Eweopayê li ser hingivê Tirkiyê yê ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê tê hinardekirin lêkolîneke fermî kirin.

Di lêkolînê de tê gotin ku hingivê Tirkiye hinarde dike nêzîkê nivê wê av e û şekir jî tê de zêde ye. Herwiha ji 15 nimûneyên hingiv ên hatine lêkolînkirin 14 ji wan ne xwezayî derketine.

Saziyên lêkolînê li ser 320 nimûneyên hingivê ku ji welatên din bo welatên Yekîtiya Ewropayê tê hinardekirin lêkolîn kirine û di encam de derketiye ku %46ê wan ne hingivê xwezayî ye.

Li gor rêziknameya Yekîtiya Ewropayê divê di nav hingiv de ti madeyeke biyanî nebe û bi giştî xwezayî be. Li gor lêkolînê hingivê herî xirab ê Çîn, Tirkiye û Brîtanyayê derketiye.

Welatên Ewropayê nêzîkî %40ê hingiv hawirde dikin û bi hawirdekirina 175 ton hingiv di nav salekê de piştî Amerikayê di rêza duyemîn de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst