Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe de rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê di raporeke xwe de ragihand ku li Tirkiyeyê di karkirin û rêvebirina saziyên demokratîk de kêmasiyên ciddî hene.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Layen û Komîserê Berfirehbûn û Cîrantiyê yê Yekîtiya Ewropayê Oliver Varhelyi encamên rapora salane ya li ser 10 welatên ku dixwazin bibin endamên Yekîtiya Ewropayê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Di raporê de di warê demokrasî, wekhevî, rûbirûbûna terorê, azadiya raderbirînê û mafên mirovan de rexne li Tirkiyeyê hatin girtin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê di warê demokrasiyê de paşveçûn berdewam e û bi taybetî hişyarî hatiye dayîn ku pirsgirêkên di sîstema Serokatiyê de berdewam dikin.

Di rapora Yekîtiya Ewropayê de hat gotin:

“Di karkirin û rêvebirina saziyên demokratîk de kêmasiyên ciddî hene.”

“Desthilatê avantajeke neheq bi dest xistiye”

Di raporê de amaje bi hilbijartinên Gulana îsal hat kirin û hat diyarkirin “ji ber ku medyayê nûçe yekalî belav kirine berbijêr nexwedî şert û mercên wekhev bûn û bi vê jî desthilatê avantajeke neheq bi dest xistiye.”

Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe de rexne li Tirkiyeyê girtin ku hemû karbidestî di destê Serokkomariyê de bûye navendî û organên rêveberiyê bi awayekî demokratîk tenê dikarin bi hilbijartinan hesabê bipirsin.

Di raporê de amaje bi zextên li ser mixalefeta Tirkiyeyê jî hat kirin û hat gotin:

“Bi armanckirina partiyên opozîsyonê û parlamenterên wan bêzarkirina piraniyê berdewam e.

Zexta desthilatê ya li ser şaredarên endamên partiyên opozîsyonê demokrasiya xwecihî lawaz dike.”

“Divê di tedbîrên rûbirûbûna terorê de hevsengî hebe”

Yekîtiya Ewropayê bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser “rûbirûbûna terorê” û anî ziman:

“Maf û berpirsyariya rewa ya hikûmetê di rûbirûbûna terorê de heye lê divê ev yek li ser bingehên mafên mirovan û azadiyên bingehîn bê kirin û divê di tedbîrên rûbirûbûna terorê de hevsengî hebe.”

Di raporê de herwiha hişyarî hat dayîn ku li Tirkiyeyê di warê civaka sivîl de jî paşveçûn berdewam e û hat gotin:

“Saziyên civaka sivîl rûbirûyî zexta zêde û bertengbûna qadên xwe yên çalakiyê bûn.

Ev rewş jî bû sedem ku azadiyên weke raderbirîn, xwerêxistinkirin û civînê rûbirûyî astengiyan bibin.”

Yek ji mijarên din ê ku bi taybetî Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe de bal kişandiye ser, daraza Tirkiyeyê ye û rexne hatine girtin ku li wî welatî paşveçûna cidî ya neserbixweyiya darêzê berdewam dike.

Her li ser heman mijarê di raporê de hat gotin:

“Li ser nehiştina bandor û zexta li ser dadwer û dozgeran de ti pêşveçûnek çênebûye ku bandoreke nerênî li ser bêalîbûn, serbixweyî û kalîteya darazê dike.”

Gendeliya li Tirkiyeyê jî ji di raporê de cih girtiye û Yekîtiya Ewropayê ameje bi kêmasiya tedbîrên  Tirkiyeyê yên li ser gendeliyê daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst