Musa Orhan li dadgehê mafê bêdengiyê bikar anî

25-02-2021
RÛDAW
Nîşan Musa Orhan Sêrt Îperk Er Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê doza çawîşê pispor Musa Orhan yê ku bi “destdirêjiya cinsî ya rêxistî” li dijî Îpek Er ya 18 salî kiribû pêk hat û di dadgehê de mafê bêdengiyê bikar anî

Doza ku li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Sêrtê hat dîtin Orhan Musa bi parêzerê xwe re bi rêya Sîstema Deng Dîmen (SEGBIS)ê beşdar bûn. 

Dayîka Îpek Er, Hikmet û bavê wê Fuat er jî bi parêzerên xwe re li salonê amade bûn

Musa Orhan diyar kir ku ew ê di derbarê tawanbarkirinên li dijî wî de parastinê neke û ew ê mafê xwe yê "bêdengiyê" bikar bîne.

Dayîka Îpek Er, Hîkmet Er ragihand ku keça wê sedame Orhan Musa jiyana xwe ji dest daye û xwest Orhan bê girtin. Parêzerê malbata Er jî xwest ku tawanbar Orhan li salona dadgehê bê amade kir amadekirin û bi girtî bê darizandin.

Parêzer Yakup Sevînçer yê ku li ser navê Wezareta Malbat, Xebat û Karûbarên Civakî beşdarî rûniştinê bûbû, xwest îtîbar bi îfadeyên ku berê Îperk Er dabû bê kirin û tawanbar irtî bê darizandin.

Parêzerên tawanbar Musa Orhan jî îdîa kirin ku gumana sûçê tuneye û xwestin muwekîlê wî ne girtî bê darizandin.

Dadgeh jî ji bo delîlên zêde bên berhevkirin û ji ber ku navnîşana wî diyar e daxwaziya darizandina bi girtî red kir û dozê paş xist.

Çi bibû?

Wê keça Kurd roja 16ê Tîrmeha îsal nameyek li pey xwe bicîh hişt û hewl da xwe bikuje. Piştî 34 rojan li nexweşxaneyê ma, canê xwe ji dest dabû. Di wê nameyê de ku medyayê belav kiriye, Îpek Er amaje bi wê yekê dabû ku Musa Orhan bi zorê maddeyên hişber û alkol daye wê.

Piştî eşkerebûna bûyerê, 16ê Tîrmeha derbasbûyê Musa Orhan hat desteserkirin û ji aliyê Wezareta Navxwe ve hat dûrxistin, lê ligel raporta Pizîşkiya Dadê ku îspat dike destdirêjiya wê kaçê hatiye kirin, bi merc hat azadkirin. Baroya Sêrtê nerazîbûn pêşan da û Dozgerê Giştî yê Sêrtê careke din biryara girtina Mûsa Orhan derxist.

Dozgerê Giştî yê Sêrtê di nivîsarekê de ku roja Çarşemê 19ê Tebaxê derxistiye, amaje bi wê yekê dabû ku 27.07.2020ê biryara girtina Mûsa Orhan derxistiye. Mûsa Orhan roja Çarşemê 19ê Tebaxa 2020ê piştî li dadgehê îfadeya wî hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst