Dijeterora Kurdistanê: Droneke bombebarkirî li nêzikî Balafirgeha Hewlêrê hat xistin

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dron Balafirgeha Hewlêrê Dijeterora Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dijeterora Kurdistanê ragihand ku droneke bombebarkirî li nêzikî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat xistin.

Dijeterora Kurdistanê da zanîn ku hedefa wê dronê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Balafirgeha Hewlêrê bûn.

Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, 21:07an droneke bombebarkirî ya ku ber bi  baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Balafirgeha Hewlêrê diçû hat xistin.

Dijeterora Kurdistanê diyar kir ku dron “ji aliyê milîsên neqanûnî ve hat avêtin.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir milîsên nêzîkî Îranê gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê dikin.

Herwiha hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî dibin hedefa van êrişan.

Grûpa Şîe ya ku nave “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” li xwe dike berpisiyariya piraniya ven êrişan dixe stûyê xwe.

Amerîka jî carinan wekî bersivekê êrişî hêzên Heşdî Şebî û Lîwayên Hizbulahê yên li Îraqê dike.

Amerîkayê 4ê vê mehê li Bexdayê êrişî baregehe Heşdî Şebiyê kiribû û du fermandarên Heşdî Şebiyê hatibûn kuştin.

Amerîkayê herî dawî jî 24ê vê mehê bi balafirên şer êrişî Hizbulahê kiribû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst