AMÊDÎ – Çewlîgek hat bombebarankirin

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bombebaran Amêdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Sergeliyê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê çewlîgek hat bombebarankirin.

Xwediyê çewligê Peşkewt Reşîd ji Rûdawê re ragihand ku projeya wî ya xwedîkirina ajelan ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Bi gotina Peşkewt Reşîd zererên canî ne lê zererên madî çêbûn.

Peşkewt Reşîd diyar kir ku ji ber bombebaranê bi qasî 170 hezar dolarî zerera wî çêbûye.

Peşkewt Reşîd da zanîn berî ku êriş were kirin zanyarî ji wî re hatine û got:

“Me 300 serî pezê xwe birin çewliga birayê min. Em wekî malbat ji çewligê dûr ketin lewma ti ziyanên canî çênebûn.”

Reşîd diyar kir ku rewşa tenduristiya 9 kesên ku li çewligê dixebitin baş e û got ku di encama êrişê de malên wan zerer dîtine.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de zêdetirî 104 gundên navçeya Amêdiyê ya Dihokê hatine valakirin.

Di van du hefteyên dawî de li herêmê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de dijwar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di şerê roja 12ê mehê ya di navbera PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de 9 leşker hatine kuştin û 12 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst