Nêçîrvan Barzanî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê peyamek belav kir

25-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Federal a Iraqê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê peyamek belav kir û got, “Ev biryareke bi temamî nedadperwer û zordarî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê di daxuyaniyekê de got, “Biryar ne tenê karmendên mûçegir û gelê Kurdistanê ku hemwelatiyên Iraqê ne, tevahiya proseya siyasî û aramî û rêkeftina ku hikûmeta nû ya Iraqê li ser hatiye damezrandin dike armanc.”

Nêçîrvan Barzanî got, “Biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ku bi şandina ne durist a pêdiviyên darayî û mûçeyên salên 2021 û 2022 yên Herêma Kurdistanê, biryareke bi temamî nedadperwer û zordarî ye. Ev biryar ne tenê mûçeyên karmendan û gelê Kurdistanê ku welatiyên Iraqê ne, tevahiya proseya siyasî û aramî û rêkeftina ku hikûmeta nû ya Iraqa federal li ser hatiye avakirin, dike armanc.”

Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “Ji xeynî ku guman û bi dehan îşaretên pirsiyarên mezin derdixe holê, her wiha pirsa bilezkirina qanûneke nû ji bo ji nû ve avakirina dadgehê, weke beşeke girîng û sereke ya aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeta nû çêdike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Iraq di pêvajoyeke siyasî û bêîstîqrarê ya dirêj û aloz re derbas bû, heta ku di dawiyê de hikûmetek li Bexdayê hat avakirin ku gelên Iraqê hêviya paşerojeke aram û baştir tê de dîtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst