HSDê li Hesekê 9 dîl ji destê DAIŞê rizgar kirin

25-01-2022
RÛDAW
Nîşan Heseke Rojava HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê îro ragihand, hêzên wan 9 karmendên girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê rizgar kirine û di berdewamiya operasyonên xwe de li taxên Xiwêran, Zihûr û derdora çemê Xabûr li başûrê Hesekê 17 çekdarên DAIŞê kuştine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk îro Sêşembê 25ê Çileya 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, duh di berdewamiya operasiyona li Hesekê de hêzên wan 9 karmendên zindanê yên dîl ji destê DAIŞê rizgar kirine û ji bo cihên ewle veguhastine.

HSDê amaje bi operasyona xwe li taxa Zihûr a bajarê Hesekê dike û dibêje, “Li taxa Zihûr operasyonên lêgerînê yên hêzên me li dijî terorîstên DAIŞê berdewam in ku xwe di malên sivîlan de asê kirine. Di encamê de 5 terorîstên xwekuj ên êrişker hatin kuştin.”

Di beşeke daxuyaniyê de tê gotin, li taxa Xiwêran a rojhilat jî, di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de şer derketiye. HSD dibêje, Li taxa Xiwêran a rojhilat, hêzên me operasyoneke serdegirtinê li dar xist, di encamê de şer derket û 9 çete ku 2 jê çeteyên xwekuj bûn, hatin kuştin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li başûrê Heseke jî li ser çemê Xabûrê, operasyonên wan berdewam in û di encama şer û pevçûnan de, 3 çekdar hatin kuştin.

HSD daye xuyakirin ku wan çekdaran “plan dikirin alîkariya çeteyên ku di girtîgehê de ketine dorpêçê bikin.”

Şeva Pêncşembê 20ê Çileya 2022, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê alozî derketiye û çekdarên DAIŞê yên li wê girtîgehê dest bi yaxîbûnê kirine û hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê jî li derveyî girtîgehê êrişî girtîgehê kirine.

Ji bo kontrolkirina rewşê, HSDê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê ketin amadebeşiyê û hêzên zêdetir şandin bajarê Hesekê û derdora taxa Xuwêran û Girtîgeha Sinaa bi temamî dorpêç kirin.

Ji wê demê ve heta îro şer û pevçûn di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam in û HSDê ragihandiye, 10 hezar şervan di kontrolkirina rewşa ne asayî ya li bajarê Hesekê de beşdar in.

HSDê du roj beriya niha ragihand, di şerê 3 rojan de 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 27 şervanên wan jî şehîd bûne.

HSDê herwiha duh Duşemê 24ê Çile ragihand ku 300 çekdarên DAIŞê yên yaxî bûbûn, xwe radestî hêzên wan kirine. Di daxuyaniya HSDê de hat gotin: “Piştî bangên xwe radestkirina ewle û radestkirina çekan, hêzên me îro saet 5ê sibehê girt ser avahiyeke girtîgeha ku çete tê de bûn, derdora 300 çeteyî xwe radestî hêzên me kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst