Başak Demîrtaş: Ez pêşbînî dikim Demîrtaş bê azadkirin

24-12-2020
RÛDAW
Nîşan Başak Demîrtaş Selahattîn Demîrtaş DMME
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) daxwaza “demildest azadkirina" Selahattîn Demîrtaş kir û Başak Demîrtaş jî dibêje, “Ez pêşbînî dikim ku hevjînê min bê azadkirin.” Parêzerekî Demîrtaş jî tekez dike ku Tirkiye neçar e biryara DMMEyê cîbicî bike.

Başak Demîrtaş, hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ajansa Reutersê re ragihand, ku ew pêşbînî dike Tirkiye pabendî daxwaza DMMEyê be bo azadkirina Demîrtaş ji ber ku Tirkiye yek ji endamên peymana Mafên Mirov a Ewropayê ye û “yek ji damezrîneran e jî.”

Roja Sêşemê, 22ê vê mehê, DMME biryara xwe ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de aşkere kir û biryar da ku “demildest azadkirina” Demîrtaş da. DMME amaje bi wê kir ku hincetên Tirkiyê bo desteserkirina Demîrtaş bo heyama zêdetir ji 4 sal li ser tometa peywest bi teror ne bihane ne.

Başak Demîrtaş dibêje, “Prose ne tenê derbarê Demîrtaş de ye, tevahiya sîstema dadwerî pêwîstî bi çakkirinê heye.”

Hevjîna Demîrtaş dibêje, divê destûra Tirkiyê niha pabend be bi hukmê DMMEyê, lê divê karê zêdetir bo wê mebestê bê kirin ku “em dizanin Selahattîn Demîrtaş û hevrêyên wî bi neyasayî û nedadperwerane di zindanê de hatine hiştin. Biryara fermî ya Dadgeha Ewropayê jî em dilxweş kirin.”

Başak Demîrtaş dibêje, tevî wê dema zehmet a di vê heyama girtina Demîrtaş de derbas kirin, aram bûye û diyar dike, “Divê xelk bi bihêzî bimîne di demekê de ku şer bo wê yekê dikin ku baweriya wan pê heye.”

Parêzerê Selahattin Demîrtaş,  Dr Kerem Altiparmak jî beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û li ser biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ya ji bo azadkirina Demîrtaş amaje bi wê kir, Tirkiye bixwaze nexwaze dê vê biryarê cîbicî bike û got, “Li gor min wê hinek dereng bixin û wisa bicî bikin. Li gorî rêkeftinan neçar in wan biryara bicî bikin.”

Kerem Altiparmak dibêje, li hemberî vê biryayê ti tiştek ku Tirkiye bike nemaye, “Ev biryareke misoger e. Ti qadek navdewletî nemaye ku Tirkiye serî lê bide. Divê niha bê azad kirin nabe ku 6 meha bidin sekinandin.”

 

 

Endamên opozisyon û grûpên mafên mirov, hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar dikin ku zext li sîstema darizandinê dike bo bendkirina dijberên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, taybetî jî piştî hewla kudetaya serbazî ya di Tîrmeha 2016an de.

Serokomarê Tirkiyê û AK Partî jî berdewam wan tohmetan red dikin û dibêjin, “dadgeh bi awayekî serbixwe biryar didin.”

Enqere HDPê bi peywendiya li gel PKKê û “terorê” tohmetbar dike, lê HDP ku sêyem mezintirîn partî ye li Parlamentoya Tirkiyê, wan tohmetan red dike.

 

 

Selahattin Demirtaş jî ku li Girtihega Tîpa F ya bajarê Edirneyê girtiye, li ser bertekên desthilatê yên di derbarê biryara DMMEyê li ser hesabê xwe yî Twitterê bersiv da û got, “Lê nenêrin ku ewqas dikin qarewar, ew hewl didin ku tirsên xwe, lawaziyên xwe, tengezariyên xwe veşêrin. Wêrek bin û li dijî zilmê bisekinin, ez wisa dikim. Em mafdar in, bihêz in, bimoral in. Em ê bihevre serbikevin.Tirkiye ji 5 çeteyan mezintir e. ”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst