Tirkiyê di êrîşên xwe de dibistan, nexweşxane û wêstgehên petrolê armanc dike

24-11-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Tirkiyê di êrîşên xwe de dibistan, nexweşxane û wêstgehên petrolê armanc dike
Tirkiyê di êrîşên xwe de dibistan, nexweşxane û wêstgehên petrolê armanc dike
Nîşan Êrîşa Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Navenda  Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, di êrîşên Tirkiyê de bi kêmanî 40 kesî canê xwe jidest dane, di nav wan de, 18 welatiyên sivîl hebûn. Dibstan, nexweşxane û wêstgehên Petrolê û gazê hatine wêrankirin.

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, ji Rûdawê re ragihand ku tu caran êrîşên serbazî çareseriyê naynin, divê bi riyên siyasî pirsgirêk bêne çareserkirin.

Berpirsê ENKS ji welatên mezin û zilhêz daxwaz kir ku zextê li ser Tirkiyê bikin ji bo ku wan êrîşên xwe rawestîne.

Wezareta Derve ya Amerîka jî dibêje, aloziyên li bakurê Sûriyê bandoreke nebaş li ser armancên wan yên şerê li dijî Daişê dikin û bûne sedema nearamiya li navçeyê û jiyana xelkê dixe metirsiyê.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihandiye ku, kiryarên serbazî li bakurê Sûriyê, bûne gef li ser armanca wan a hevbeş ji bo şerê DAIŞê, herwiha bûne sedema nearamiya navçeyê û jiyana xelkên sivîl û Amerîkiyan jî dixine metirsiyê.

Ji êvara 19yê vê meha Mijdarê ve, heta niha, êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê tund û bêhtir bûne.

Artêşa Tirkiyê di çarçoveya êrîşên xwe de, li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, berdewam e.

Di encama wan êrîşan de, li gorî amarên Navenda  Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, bi kêmanî 40 kesî canên xwe jidest dane, di nav wan de, ne kêmî 15 welatiyên sivîl hebûn.

Bi dehan gund, bajar û bajarok hatine bombebarankirin û topbarankirin.

Jêrxaneya wan navçeyan jî ketiye ber lêdanên wan êrîşên ku bi balefirên şer, dron û topavêjan hatine encamdan, di nav de, nexweşxane, embar û sayloyên dexlûdanan, kamp û wêstgehên gaz, petrol û elektrîkê.

Welatiyekî ji gundewarê Tirbe Spiyê Gorgîn Dehham got, “Ez di saet 10:00an de li ber deriyê xwe rûniştîbûm, paşê dengek hat, em reviyan. Piştî nîv saetekê dengekî din jî hat.”

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, kiryarên leşkerî nabine çareserî ji pirsgirêkên siyasî re, û daxwaz dike ku hêzên mezin guşarekê li ser Tirkiyê bikin ji bo rawestandina van êrîşan.

Serkirdeyê ENKSê û PDKSê Neşet Zaza anî ziman, “Ev êrîş û topbarankirinên li ser herêmên me cihê nerehetiyê û dilgiraniyê ye bo me. Em hez dikin zilhêzên mezin bikaribin fişarekê bikin li ser Tirkiyê ku van topbaranan bidine sekinandin.”

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihandiye ku, kiryarên serbazî li bakurê Sûriyê, bûne gef li ser armanca wan a hevbeş ji bo şerê DAIŞê, herwiha bûne sedema nearamiya navçeyê û jiyana xelkên sivîl û Amerîkiyan jî dixine metirsiyê.

Ji êvara 19yê vê meha Mijdarê ve, heta niha, êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê tund û bêhtir bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst