Îdir bûye bihişta teyrikên koçber

24-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê teyrikên ku ji Rûsya û Kazaxistanê koç dikin ji bo biçin rojhilatê bakur xwe li cihên avî digrin û bo demekê dimînin.

Teyrikên ku demsala havînê Nîvkureya Bakur derbas kirin bi nêzîkbûna demsala zivistanê ku keşûhewa sar dibe dest bi koça ber bi Nîvkureya Başûr ve dikin.

Di rêwîtiya wê koçberiyê de hejmareke zêde ya teyrikan ji bo bêhnvedanê û depokirina xwarin û zeytê, xwe li cihên avî yên parêzgeha Îdirê digrin.

Li quntara çiyayên Agirî wek Bihişta Teyrikan a Arasê û Avareş cihê herî zêde teyrik xwe lê digrin û bo demekê li wê derê dimînin.

Li gor pisporan ev teyrik ji parêzgeha Artvîn a Tirkiyê derbasî Bakurê Kurdistanê dibin û ji vê derê jî derbasî Rojhilata Navîn û ji wê derê jî ber bi Afrîqaya Bakur ve koç dikin.

Herwiha werdek jî dawiya meha Cotmehê dest bi koça xwe dikin û derbasî bakurê Afrîqayê dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst