Nêçîrvan Barzanî, ji malbata Xidir Mihemed Emîn Axa re sersaxî xwest

24-09-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Xidir Mihemed Emîn Axa Peyama Sersaxiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji malbata Xidir Mihemed Emîn Axa re sersaxî xwest.

Xidir Mihemed Emîn Axa, yek ji Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê û Raperînê bû.

“Pêşmergeyekî dilsoz bû”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de amaje pê kir ku Xidir Mihemed Emîn Axa, gelek salan Pêşmergetî kiriye û Pêşmergeyekî dilsoz bûye.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bir bîr anî ku “Xidir Mihemed Emîn Axa, birayê Pêşmergeyên qehreman Fetah Axa, Evdila Axa û Dr. Rizgar Axa bûye.”

“'Malbata wî di rêya Kurdistanê de şehîd dane”

Nêçîrvan Barzanî, herwiha da zanîn ku Xidir Mihemed Emîn Axa ji malbatake dilsoz bû, malbata wî ji Kurdistanê re xizmeteke zêde kiriye û di rêya Kurdistanê de şehîd dane.

Barzanî, di dawiya peyama xwe de got, “Xwedayê mezin rihê wî şad bike û sebirê bide her kesî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst