Duyemîn Festîvala Avjeniyê ya Gola Wanê bidawî bû

24-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Duyemîn Festîvala Avjeniyê ya Gola Wanê. Wêne: AA
Duyemîn Festîvala Avjeniyê ya Gola Wanê. Wêne: AA
Nîşan Festîvala Avjeniyê Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duyemîn Festîvala Avjeniyê ya Gola Wanê bidawî bû û beşdarên festîvalê dibêjin, armanca wan ew bû ku balê bikişînin ser paqijmana golê û ji bo geştyariyê Gola Wanê bidin naskirin.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi serpereştiya Komeleya Çalakvanên Gola Wanê “Duyemîn Festîvala Avjeniyê ya Gola Wanê” hat sazkirin. 200 melevan ji Girava Axtamarê ber bi peravên Westanê ve 4 kîlometre û nîvan avjeniyê dikin.

Armanca festîvalê ew bû ku balê bikişînin ser paqijmana golê û ji bo geştyariyê, Gola Wanê bidin naskirin.

Melevanekî beşdar di festîvalê de dibêje: “Bexteweriyeke zêde ye, gelekî xweş e. Bi taybetî ji aliyê şiyanê ve gelekî baş e. Em Wanê nasdikin, li her cihî me avjenî kiriye û em lê geriyane dizanin. Em berê jî bo ajotina bîsîkletê hatibûn. Erdnîgariyeke ku em nasdikin.”

Di serî de ji Wan, Bedlîs, Mêrsîn, Enqere, Îzmîr û Stenbolê ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 200 melevan beşdarî festîvalê bûn û festîvala ku 19ê mehê destpê kir, roja 23ê Temûzê bidawî bû.

Endamekî Komeleya Çalakvanên Gola Wanê dibêje: “Me bi armanca bal kişandina ser Gola Wanê organize kir. Em pêşniyarî hemû kesî dikin. Li Tirkiyê cihê gelekî xweş hene, bawer bikin li Wanê cihên nuwaze hene. Ez pêşniyar dikim kesên derfetên wan hene, bila di jiyana xwe de carekê bikevin Gola Wanê.”

Rûberê Gola Wanê, ku mezintirîn Gola Kurdistanê ye 3 hezar û 713 kîlometre duca ye. Rêjeya xwê û sodayê ya ava wê gelekî zêde ye û bi giştî hezar û 464 metre ji asta deryayê bilind e.

Li gorî çavkaniyên dîrokî, Gola Wanê 600 hezar sal e. Di golê de 103 cureyên riwekan û 36 cureyên masiyan hene û zanyar dibêjin, ew gol ji ber teqîneke volkanîkî ya mezin li Çiyayê Nemrûdê çêbûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst