Dayika Axînê: Daxwaza darvekirina kujerê hevjîn û keça xwe dikim

24-06-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Dayika Axînê: Daxwaza darvekirina kujerê hevjîn û keça xwe dikim
Dayika Axînê: Daxwaza darvekirina kujerê hevjîn û keça xwe dikim
Nîşan Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sêvê Bapîr dayika Axîn û hevjîna Farûq ku di 4ê Tebaxa 2022an de li Zaxoyê hatibûn kuştin, li hêviya darvekirina kujer e û dibêje, jiyana wan gelekî zehmet bûye.

Sêvê Bapîr ji Rûdawê re got, “Niha ez dê û bavê zarokên xwe me û ya min jî ti mûçeyên min nînin. Tiştekî pir xerab hat serê me, rewş ji bo min pir zehmet e, piştî bûyerê diviya kujer bihata darvekirin lê heta niha nehatiye kirin.”

Roja 4ê Tebaxa 2022an penaberekî Kurdê Êzidî yê bi navê Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî û keça wî ya biçûk a bi navê Axîn li gundê Hesen Reşo yê navçeya Zaxo winda bûn û piştî 4 rojan polîsan cenazeyê Farûq dîtin û piştî çend rojan cenazeya Axîn jî hat dîtin.

Sêvê wêneyekî mezin ê Farûq û keça xwe Axînê li malê bi dîwêr ve kiriye, ji ber wê jî hertim li ser bûyerê difikire û dibêje heta kujer neyê darvekirin ew ê bi aramiyê nehise.

Xwişka Axînê, Emîre Farûq anî ziman, “Em sêwî man, diya min nikare 4 zarokan xwedî bike, min di dibistanê de asta min pir baş bû lê niha ne wisa ye. Ev jî ji ber wê bûyerê bû. Hêvîdar im hikûmet kujerê bav û xwişka min darve bike.”

Tenê di vê mehê de li parêzgeha Duhokê 3 kes hatine kuştin ku 2 ji wan ji aliyê pismamên xwe û yek jî ji aliyê hevjînê xwe ve hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst