Li Dêrsimê 4 şaredar hatin kerentînekirin

24-06-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Dêrsim Fatîh Mehmet Maçoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê şaredarên 4 navçeyan ji ber ku bi Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ku testa wî ya vîrusa koronayê pozîtîf derketî ye re têkildar bûne li malên xwe têne kerentînekirin.

Li gor agahiyên berdest, ji bo tespîkirina kesên bi Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê tê dermankirin re têkildar bûne, tîmên Rêveberiya Tendirustiya Bajêr dest bi xebatan kirin.

Di encama xebatan de hat zanîn ku Şaredarê Pilemûriyê Muslum Tosun, Şaredarê Pertagê Ruhan Alan, Şaredarê Xozatê Seyfî Geyîk û Şaredarê Pulurê Mustafa Sarigul bi Maçoglu re beşdarî civînê bûne, di çalakiyê de hatine ba hev. Li ser vê herçar şaredar li malên wan hildan karantînayê.

Hat ragihandin ku rewşa şaredarên hatine kerentînekirin baş e.

Pêştir jî 2 cîgirên şaredar ên bi Maçoglu re temas danîbûn û kesên li qata seroktiyê dixebitin jî li malên xwe hatibûn kerentînekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst