MINBIC - Hemama Mezin a dîrokî tê nûjenkirin

24-05-2024
Nîşan Hemama Mezin Minbic Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Xweser Hemama Mezin a Minbicê nûjen dike.

Ev hemam sala 1904an hatiye avakirin.

Erdhejên 6ê Sibatê yên 2023yan zerereke mezin dabû hemamê.

Karê nûjenkirina hemamê ji aliyê Komeleya Kelepûr û Rêveberiya Şûnwaran a Minbicê ve tê kirin.

Heta niha ji sedî 75ê pêvajoya nûjenkirina hemama dîrokî bi dawî bûye.

“Nûjenkirina hemamê qonax bi qonax tê kirin”

Endamê Ofîsa Desteya Rewşenbîriyê ya Minbicê Faris Mihemed li ser pêvajoya nûjenkirina hemamê wiha got:

“Li ser nûjenkirin û aktîvkirina Hemama Mezin û Bazara Minbicê, di navbera Komeleya Kelepûrê ya Minbicê û Rêveberiya Şûnwarên Minbicê peymanek hatiye îmzekirin.

Pêvajoya nûjenkirinê di çend qonaxan re derbas bûye.

Qonaxa yekem ev: E tîmeke endazyar, pispor û arkeologan hatiye amadekirin.

Qonaxa duyem amadekirina krokî û nexşeya cihên zererdîtiye.

Qonaxa sêyem nûjenkirin e. Qonaxa çarem rakirina kavilan e .

Qonaxa pêncem hilweşandina dîwarên têkçûyî ye. Qonaxa şeşem nûjenkirina dîwar û banê herifî ye.

Danîna torên avê û avrêjê û elektrîkê û qubikên ronahiyê û danîna deriyan jî qonaxên nûjenkirinê ne.”

Erdhejê bandor li nûjenkirina hemamê kiriye

Li gorî gotina berpirs û tîmên pisporên nûjenkirinê, di pêvajoya nûjenkirinê jî de ew rastî çend astengiyan hatine.

Pisporên nûjenkirinê amaje bi wê yekê dikin ku ji ber erdhejê wan keresteyên pêwîst bi dest nexistine.

Kevirên standard ên hemamê ji ber erdhejê şikestine.

Li gorî gotina Mihemed Faris, Hemama Mezin a Minbicê wekî hemû hemamên dîrokî ji 2 beşan pêk tê.

Hemam danê sibehê ji bo jinan û danê êvarê jî bi bo mêran bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst