Encûmena Leşkerî ya Minbicê: Me êrişa çekdaran têk bir

04-09-2023
RÛDAW
Çekdaran hewl da êriş bikin
Çekdaran hewl da êriş bikin
Nîşan Minbic HSD Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku wan êrişên artêşa Tirk û çekdarên muxalefeta Sûriyeyê wê yên li ser gundên Minbicê têk birin.

Grûpên çekdar li Minbic, Eyn Îsa û Til Temirê êrişî xalên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.

HSDyê diyar kir ku êrişên wan hatine şikandin.

"4 çekdar hatin kuştin"

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de got:

“Çekdaran li gundê Ereb Hesen êrişî xalên me yên leşkerî kir û me jî bi tundî bersiva êrişê da. 4 çekdar hatin kuştin û herwiha hinek çekdar jî birîndar bûn.”

Li gorî daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Minbicê, wan otomobîleke zirxpoş a çekdaran îmha kiriye.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di heman demê de da zanîn ku li xeta çemê Sacûrê ya bakurê bajarê Minbicê jî şervanên wan êrişeke çekdaran têk bir.

Li gorî heman daxuyaniyê “di encama bersivdayînê de hinek çekdar hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst