Ozçelîk naveroka civîna partiyên Kurdî û Abdurrahman Kurt aşkere kir

24-04-2022
RÛDAW
Nîşan PAK Mustefa Ozçelîk Partiyên Kurdî Abdurahman Kurt Ak Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk naveroka civîna partiyên Kurdî ya bi Abdurahman Kurt ê AKPyî re aşkere kir û ragihand “wek PAK, di her platformê de, di her hevdîtinê de, dê bi serbilindî doza miletê Kurd biparêzin, em ê daxwazên acîl ên miletê Kurd bînin ziman, em ê ji dîyalog û dan û sitendinên pir alî re jî her dem vekirî bin.”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt û hejmareke nûnerên partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê 20 Nîsana 2022yan civiyabûn û yek ji wan kesayetan Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk.

Mustafa Ozçelîk ji bo zelalkirina hevdîtinê bi Abdurrahman Kurt re daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de dibêje  ew wek Serokê Giştî yê PAKê, li gel nûnerên hinek alîyên Kurd û Kurdistanî, li ser daxwaza Endamê Komîteya Navendî ya Biryarê û Rêvebirîyê ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt, şeva 20.04.2022yê, li Amedê, beşdarî civîneke sohbetê bûye.

“Hevdîtin li ser daxwaza AK Partî û Erdogan nebûye”

Ozçelîk tekez dike ku PAK,  ji bo daxwazên miletê Kurd amade ye bi her alîyekî re  hevdîtinan bike û dibêje: “Birêz Abdurrahman Kurt hevalê min ê zanîngeyê ye û di derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de fikirên me û tercîhên me yên sîyasetê cuda bin jî, dostekî min ê şexsîye jî. Birêz Abdurrahman Kurt roja 13.04.2022yê li min gerîya, got ‘Ez dixwazim, bi te û bi hinek dostên wek te ku em hevdu nas dikin re, êvara 20ê nîsanê, piştî fitarê hevdîtineke wek sohbetê bikim, em di derbarê rojeva heyî de sohbetekê bikin’.  Û Birêz Abdurrahman Kurt bi taybetî ji min re got ‘Bila xelet neyê fêhmkirin. Ev hevdîtin ne li ser daxwaza AK Partiyê, yan jî li ser daxwaza Birêz Serokkomar Erdogan e; bi daxwaza min a şexsî ye û ne hewce ye ku em bangî çapemenîyê bikin. Ji xwe me bi gelek dostan re,  gelek caran sohbetên bi vî rengî kirine’. Ez û Birêz Abdurrahman Kurt roja 19ê nîsanê careke din axaftin û ji min re got ‘tu bixwazî, dikarî bangî hevalekî xwe yê din jî bikî’. Ez û Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, bi agahdariyara meclîsa partîya xwe, em çûn wê sohbetê.”

“Beşdariyekî ji civînê rica guhdar nekir”

Ozçelîk eşkere kir ku Kurt  rica kiribû ne hewceye ev sohbeta wan di ragehandinê de bê belav kirin, lê ji beşdarên civînê kesekî ku ew nizanin kî ye, li vê ricayê guhdar nekiriye û dibêje: “Piştî nûçeya li ser civînê hate belavkirin, ji ber ku hinek agahdarî û şîroveyên ku tu eleqeya wan bi wê civînê ve tuneye têne nivîsandin, pêwîstî pê heye ku em hinek agahdarîyên rast bi raya giştî re parve bikin. Ez bi Birêz Abdurrahman Kurt re jî axivîm, wî jî maqûl dîtî ye ku di derbarê naverok û armanca civînê de ez hinek agahdarîyên rastî binivîsînim.”

“Hinek kes şîroveyên neçêker dikin”

Serokê PAKê diyar kir ku piştî belavbûnê nûçeyan “hinek kes, gotin û şîroveyên neçêker û ji pîvanên rexneyê û ji pîvanên dostaniyê dûr, ku zerarê jî dide peywendîyên di nav alîyên Kurdistanî de dikin” û dibêje: “Welatperwerekî ku bixwaze di derbarê vê civînê de şîroveyekê bike, berîya her tiştî diviyabû li wan kesên ku navê wan di nûçeyê de derbas dibe bigerîyan û agahdarî bigirtana; pêşê jî şîroveyên xwe bikirina.

Helbete ku  wan îthamên ku hinek kesan ji ber vê civîna sohbetê li beşdarên civînê kirine, em bi tu awayî qebûl nakin. Lê ji ber ku em wek PAK, bi bername, nav, siyaset û xebata xwe ya Kurdistanî û bi hişmendîya xwe ya neteweyî bawer in, serbilind in, em ê nekevin nav gengeşîyên bi vî rengî.”

“PAK ji bo azadiya Kurdistanê hatiye damezrandin”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Ozçelîk dibêje: “PAK yek ji nûnerekî miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye. PAK, ji bo azadîya Kurdistanê hatiye damezrandin. Ji ber wê jî Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkiyê di roja 29.01.2019ê de, ji ber navê û bernameya wê, di derbarê PAKê de doza girtinê vekiriye. PAKê di Dadgeha Qanûna Bingehîn de bi Kurdî û bi Tirkî navê PAKê, bernameya PAKê, doza meşrû ya miletê Kurd parastî ye.Doza girtinê hîna jî berdewam e, hatîye merhaleya herî dawî.

“Wek terefê Kurd û Kurdistanê em dê bibin mixatabê Tirkiyê”

Di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de mixatabê miletê Kurd, Dewleta Tirkiyê û partiyên vê dewletê ne. Ji bo çareserîya vê pirsê, di encamê de, nûnerên miletê Kurd dê bi van partiyan û dê bi Dewleta Tirkiyê re rûne. Û ya rast jî ew e ku, em wek terefê Kurd û Kurdistanê bibin mixatabê Dewleta Tirkiyê; ne ku hinek partî û alîyên ku xwe wek Kurd û Kurdistanî tarîf nakin bibin mixatabê Dewleta Tirkiyê.”

Ozçelîk bi bîr xist ku PAKê di 18ê cotmeha sala 2020ê de 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û di wê kongreyê de, li ser esasê Bernameya PAKê ya ku Azadîya Kurdistanê daye ber xwe, Bernameya Daxwazên Acîl diyar kir û got: “PAK ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd, ji alîyekî ve dê ji bo  hûnandina terefê Kurdî bixebite û ji alîyekî ve jî ji bo Bernameya Daxwazên Acîl bi AK Partî, CHP, Partiya DEVA û Partiya Pêşeroj, Partiya Saadet re jî parve bike, bi awayekî fermî di sala 2021ê de randewû ji navenda giştî ya van her partiyekê xwestiye. Heta niha tu partiyan ev daxwaza hevdîtinê red nekiriye. Hinek partîyan gotine di demeke maqûl de dê ev hevdîtin pêk were. Lê cara yekem CHPyê hevdîtin qebûl kiriye. Li ser navê PAKê Cîgirên Serokê Giştî yê PAKê Birêzan Nûrûllah Tîmûr û Kasim Ergun, roja 02.03.2022yê li Enqereyê li  Navenda Giştî ya CHPyê  bi Cîhgirê Serokê Giştî yê CHPyê Birêz Oguz Kaan Salci re hevdîdinek pêk anîn. Niha PAK li benda bersîva wan partîyên din e. Herweha di sala 20221ê û 2022yê de li Amedê Partiya DEVA, Partiya Pêşeroj û CHPê seredana PAKê kiribûn; heyetên PAKê jî paşê îadeî ziyareta van partiyan kiribûn.

PAK, PSK, TDK-TEVGERê her bi vê armancê xebatek destpê kirine, dixwazin li ser Bernameya Daxwazên Acîl Terefê Kurdî bê avakirin. Paşê jî dixwazin Terefê Kurdî bi AK Partî, CHP, Partiya DEVA, Partiya Pêşeroj, Partiya Saadetê, HDP û HUDAPARê remjî hevdîtinan çêbikin.”

 “Divê êriş û siyaseta li dijî Kurdan bêne rawestandin”

Derbarê naveroka hevdîtnê de jî Ozçelîk ev zanyarî dan: “Di wê sohbetê de  Birêz Abdurrahman Kurt di derbarê rewşa siyasî ya giştî de, bi berfirehî bîr û rayên xwe yên şexsî anî ziman. Min, kek Vahît Aba û beşdarên din ên sohbetê jî, cuda cuda, bi awayekî zelal daxwazên acîl ên miletê Kurd parastin û me got divê ev daxwaz di Qanûna Bingehîn de bêne bicîhkirin. Her beşdarekî di derbarê naveroka pirsa Kurd û Kurdistanê de fikrên xwe anîn ziman. Ez dikarim bêjim beşdarên ku hatibûn dawet kirin, bi nuansên cuda be jî, bi giştî li dijî vî şerê ku Dewleta Tirkiyê dimeşîne derketin, nerazîbûna xwe anîn ziman,  helwest girtin;  gotin şerê çekdarî yê PKKyê jî zerarê dide Kurdan û divê bê rawestandin; rê, rêbaz û amûrên siyasî, demokratîk, sivîl parastin û gotin, divê Dewleta Tirkiyê ji bo çareserîya siyasî, bi hemû partiyên Kurdan re rêya diyalogê veke. Di wê sohbetê de, bi tu awayî daxwazeke li ser piştgirîya ji bo hilbijartinan nehatîye rojevê. Herwiha me gotîye Tifaqa Cimhûr jî, Tifaqa Milet jî di derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de hema hema wek hev difikirin. Me behsa ferqa siyaseta AK Partîya 2002yê û ya niha kirîye, me gotiye AK Partî di destpêkê de hinek gavên erênî avêtîye, me gotîye niha ev êrîş û siyaseta ku li ser dijayetiya kurdan li himberî hersê perçeyên Kurdistanê tê meşandin divê bê rawestandin. Me behsa doza girtinê ya partiyên ku di navê wan de Kurdistan heye jî kir û me got herkesekî  ku mafê azadiya ramanî û rêxistinî diparêze, divê  li himberî vê doza girtinê helwestê bigire. Herweha wek PAK jî me anî bîra Birêz Abdurrahman Kurt da ku ji bo wê daxwaza me ya fermî ya ji bo hevdîtina bi Birêz Recep Tayîp Erdogan bi cîh bê û ji bo van nêrînên me bigihêjin rêvebirên AK Partîyê û bigihêjin Birêz Serokkomar Erdogan, ew jî wek şexs hewl bide.”

“Em ji danûstaninan re her dem vekirî n”

Di dawiya daxuyaniyê de Ozçelîk got: “Gava ku Birêz Abdurrahman Kurt daxwaza vê sohbetê li me kirîye, helbete ku zanîbû em kî ne, em çi diparêzin; li gel vê rastîyê ev daxwaza sohbetê li me kirîye. Em û Birêz Abdurrahman Kurt di gelek tiştan de wek hev nefikirin jî, cenabê wî, van fikir û pêşniyarî û rexneyên me guhdar kir û fikrên xwe yên şexsî anî ziman. Sohbeta me heta derengê şevê dewam kir. Me jî, Birêz Abdurrahman Kurt jî girîngiya sohbet û diyalogên bi vî rengî anî ziman.

Belê,  em  wek PAK, di her platformê de, di her hevdîtinê de, dê bi serbilindî doza miletê Kurd biparêzin, emê daxwazên acîl ên miletê Kurd bînin ziman, emê ji diyalog û dan û sitendinên pir alî re jî her dem vekirî bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst