Li Mêrdînê li 3 cihên cuda agir bi daristanan ket

05-07-2024
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê li sê cihên cûda agir bi daristanan ketiye û tîmên îtfaiyeyê hewl didin agir vemirînin.

Li gor zanyariyan demjimêrên îro yên êvarî li sê taxên cuda yên navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanan ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kir.

Hat ragihandin ku di encamê xebatan de agirê li her 3 cihan hatiye kontrolkirin û xebatên sarkirinê berdewam dikin.

Van demên dawî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûyerên şewat û agir zêde bûne.

20ê Hezîrana 2024an jî li gundên di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û  navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewateke mezin çêbibû û di encam de 15 kesan canê xwe ji dest dabû û  80 kes birîndar bûbûn. 

Di şewatê de zerer û ziyaneke zêde ya madî jî gihiştibû xelkê herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst