CPT: Li Amêdiyê şerekî giran heye

05-07-2024
RÛDAW
Nîşan Amêdî Şerê PKK û Tirkiyeyê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ragihand ku li gundên Amêdiyê Dihokê şerekî giran di navbera PKK û Tirkiyeyê de heye û ji ber şer jiyana xelkê sivîl di metirsiyê de ye

Berpirsê CPTyê Kameran Usman li ser şerê gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyeyê ji Rûdawê re axivî.

Kameran Usman da zanîn ku li hinek gundên Amêdiyê gerîlayên PKKyê êrişî tankên Tirkiyeyê kiriye û artêşa Tirkiyeyê jî çend gundên herêmê bombebaran kirine.

Kameran Usman zanîn ku ji ber şer agirekî mezin bi daristanan ketiye û wiha axivî:

“Tirkiye, bi balafiran gundên Girgaşe, Mijeyê yên Çiyayê Gareyê bombebaran dike.

Ji ber şer û bombebaranan agirekî mezin bi daristanên gundê Mijeyê ketiye.”

Şere û pevçûnên giran li gundê Sergeleyê jî hene.

Ji doh êvarî ve dengî şer û pevçûnan li gundê Sergeleyê tê bihîstin.”

Li gor CPTyê, Artêşa Tirkiyeyê ji destpêka 2024an ve heta niha 833 caran xaka Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye û ji ber wan bombebaranan 8 kesên sivîl canê xwe ji dest daye.

Divê were gotin ku CPTyê beriya bi çend rojan ji Rûdawê re ragihandibû ku Tirkiyeyê di nava 10 rojan de herî kêm 300 tank birine 6 gundên Dihokê û amadehiya êrişê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst