Mesrûr Barzanî: Serê rêzdariyê bo qurbaniyên bombebarana Qeladizê ditewînim

24-04-2020
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê Bombebarana Qeladizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera bombebarana Qeladizê de, peyamek belav kir û ragihand, “Serê rêzdariyê li hember rihê paqêj yên her du karesatan ditewînin û bi rêzdarî wan bi bîr tînin.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di di peyama xwe de diyar dike, “Di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê 24.04.1974 ji aliyê rejîma dîktator ya Beasê ve, ku bû sedema wêranbûna bajar û şehîd û birindarbûna bi sedan kesên bêtawan, ku beşeke zêde ji wan xwendekarên Zanîngeha Silêmanî bûn ku vê demê li Qeladizê bûn.”

Mesrûr Barzanî diyar dike, “Mixabin di roja 24.04.1982 an de rejîma Beasê tawaneke din li hember bajarê Qeladizê pêk anî û xwepêşandanek hate bombebarankirin ku bo rêzgirtin li qurbaniyên bombebarankirina Qeladizê bû.”

Herwiha Serkowezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Serê rêzdariyê li hember rihê paqêj yên her du karesatan ditewînin û bi rêzdarî wan bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst