Parêzerê Demîrtaş li ser îdiayan daxuyaniyek da

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Sadiye Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê Selahattîn Demîrtaş got, “Nûçeyên ku dibêjin dayika birêz Demirtaş nexweş ketiye û ji bo serdana dêya xwe ew birine nexweşxaneyê, ne rast in.”

Li ser medyaya civakî hatibû îdiakirin ku Sadaiye Demîrtaş dayika Selahattîn Demîrtaş rakirine nexweşxaneyê û di bin çavdêriya hûr de ye.

Li gorî îdiayan Selahattîn Demîrtaşê ku li Gritîgeha Edîrneyê tê girtin ji bo serdana dêya xwe ew birine nexweşxaneye.

Mahsûnî Karaman parêzerê Selahattîn Demîrtaş van îdiayan red kir.

Mahsûnî Karaman derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Karaman got, “Ji bo agahiya raya giştî;

Nûçeyên ku dibêjin dayika birêz Demirtaş nexweş ketiye û ji bo serdana dêya xwe ew birine nexweşxaneyê ne rast in.”

Tahir Demîrtaş bavê Selahattîn Demîrtaş 31ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Amdê koça dawî kiribû.

Di 24ê Kanûna Paşîna 2024an de Sadaiye Demîrtaş dayika Selahattîn Demîrtaş nexweş ketû û ew rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a Amedê.

Ji bo serdana dêya xwe Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê anîbûn Amedê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst