Li Amedê ji sedî 80 zêdetir xelkê guh daye hişyariyan

25-03-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Xelkê Amedê ji ber di çarçoveya tedbîrên koronayê de  ji malên xwe dernakevin
Xelkê Amedê ji ber di çarçoveya tedbîrên koronayê de ji malên xwe dernakevin
Nîşan Coronavirus Amed Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Bakur heta niha jî bo hemû civakê qedexeya derketina derve nehatiye ragihandin. Lê ji bo kesên ku temenê wan di ser 65 salî re ye derjetina derve qedexe ye. Ji ber vê yekê jî li kolanan kesên pîr û kal li ber çavan nakevin.

Li Amedê ji sedî 80 zêdetir xelkê guh daye hişyariyan û ji malên xwe derneketine. Piraniya kesên derdikevin derve jî xebatkar in. Lê gelek ji wan jî maske bikar anîne.

Li rawesgeha otobûsan a li Kolana Ekîncîlerê beriya nexweşiya vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) bi hezaran kes li wê kolanê çûn û hatinê dikirin. Lêniha hem rawestgeh û hem jî otobûs hema hema vala ne. Heta ji destê xelkê tê ji malên xwe dernakevin.

Hewriha li merqeda sehabeyê îslamê Hz Silêman rojane bi dehan hezar kesan serdana vê derê dikirin. Lê ji ber ku serdan ji welatiyan re hatiye qedexekirin ew der jî vala ye.

Navçeya Sûrê ya Amedê ku bi xanên xwe yên dîrokî bibû cih û warên geştiyaran jî navberek daye pêşwazîkirina welatiyan. Kursî û maseyên li Hesen Paşa bo demeke nediyar hatine berhevkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst