Tê payîn 8 navçeyên Kurdan bibin parêzgeh

14-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di axaftina xwe ya duh de bal kişand ser wê yekê ku dê hejmara parêzgehan li Tirkiyê were zêdekirin û bi zêdekirina 19 parêzgehan hejmaran wan dê bibe 100 parêzgeh. Niha li Tirkiyê 81 parêzgeh û 922 navçe hene.

Devlet Bahçelî duh di axaftina xwe ya di civîna koma partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyê gotibû ku hejmara parêzgehan dê were zêdekirin û dê Tirkiye bibe 100 parêzgeh.

Bahçelî got, “Metna me ya pêşnûmeya Destûra Bingehîn a ji 100 xalî pêk tê, di 100 saliya Komarê de hatiye amadekirin. Di sedsala nû de em dikarin Tirkiyeyeke ku bi pêkhateya xwe ya îdarî ya ji 100 parêzgeh û 1000 navçeyan pêk tê, hêza xwe xurt kiriye ava bikin û vejînin.”

Piştî van gotinan, navçeyên ku eger heye di demeke herî nêzîk de bibin parêzgeh, di medyayên Tirkiyê de hatin rêzkirin. Ew navçe li gorî pîvanên wek dûrbûna navçeyê ji navenda parêzgehê ku girêdayî wê ye, mezinahiya nifûsê û mercên civakî-aborî hatine rêzkirin.

Duzce ku di dîrokê de parêzgeha dawî ye, di sala 1999'an de ji ber di erdhejê de zirar dîtibû pêk hat.

Li gor agahiyan, ji wan 19 navçeyên ku tê pêşniyarkirin bibin parêzgeh, 8 navçe yên Bakurê Kurdistanê ne.

Li Colemêrgê navçeya Geverê, li Şirnexê navçeya Cizîrê, li Mêrdînê navçeya Midyadê, li Amedê navçeya Erxeniyê, li Rihayê Siwêreg, li Wanê navçeya Erdîşê, li Semsûrê navçeya Kahtayê û li Mereşê navçeya Elbistanê şert û mercên wan ên qanûnî hene ku bibin parêzgeh.

Li Tirkiyê jî navçeya Polatlî ya Enqerê, navçeya Nazîllî ya Aydinê, navçeya Edremît a Balikesîrê, navçeya Alanya ya Antalyayê, navçeya Lûleburgaz a Kirklarelî, li navçeya Bandirma ya Balikesîrê, li navçeya Iskenderûn a Hatayê, li Înegol a Bursayê, li Ûnye ya Orduyê, li Kozan a Edeneyê, li Fathiye ya Muglayê, li Tarsus a Mêrsînê, li Akhisar a Manîsayê, li Çorlu ya Tekîrdagê û li Eregil a Konyayê di şert û mercên gunva de ne ji bo ku bibin parêzgeh.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst