Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqisê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî hevjîna xwe ya berê bi kêrê kuşt.
Li gorî zanyariyan, Mahmut K.yê 38 salî îro çûye mala hevjîna xwe ya berê Necla Ozbîbera 38 salî û di navbera wan de nîqaş derketiye.
Di encama nîqaşê de Mahmut K. li malê bi kêrê Necla Ozbîber kuştiye.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyî termê Necla Ozbîberê ji bo otopsiyê biriye morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bêlqisê.
Mahmut K. piştî kuştina hevjîna xwe ya berê çûye kargeha birayê wê û rûyê bûrayê xwe yê berê bi madeyeke kimyayî ya avî şewitandiye.
Mahmut K. pişt re ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse